Li Hollandayê di şewateke daristanan de 100 hektar şewitîn

Şewata ku li herêma xwezayî ya eyaleta Limburg a Hollandayê destpê kir, tevî hemû hewldanên arkujan hîn jî nehatiye kontrolkirin, her wiha di şewatê de qadeke ji 100 hektarî şewitî û bandor li jiyana derdorê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li nêzî gundê Oostrum ê eyaleta Limburg a li başûrrojhilatê Hollandayê, şewateke mezin a daristanan rû da. Şewata ku roja Duşemê danê nîvro destpê kir, ji ber bandora bayê ku her tim aliyê xwe diguhere û ji ber hişkesaliya li herêmê, bi lez belav bû û heta serê sibeha Sêşemê gihîşt 100 hektarî.

Nêzî 300 arkuj û tîmên rizgarkirinê bi şev û roj hewl didin ku agir vemirînin.

Di xebatên vemirandinê de helîkopterên artêşê jî ji asman ve piştgiriyê didin. Ji ber dûmana zêde û nêzîkbûna agir, qadeke kampê ya li derdorê bi armanca tedbîrê hate valakirin û geştên trênan ên li herêmê hatin sekinandin.

Rayedaran hişyarî dan rûniştvanên herêmê ku pencerên xwe bigirin û ji dûmanê dûr bikevin.

Heya niha sedema derketina şewatê bi fermî nehatiye eşkere kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye