Vê carê jî dîmenên qirkirina daran a li gundê Awalê yê li quntarê Çiyayê Gabarê hatin kişandin. Tê dîtin ku cerdevan qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de dikin.
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, di civîna “Di Rêvebirina Cemaweriyê de Cih û Girîngiya Keyayan" a 19’ê Cotmehê de gotibû: "Li Şirnexê dar êdî neyên birîn. Kesên daran dibirin em ê efû nekin."
Lê bele îcar jî dîmenên qirkirina daran ên li gundê Awalê hatin parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku gelek dar hatine birîn. Bi sedan darên hatine birîn, li kêleka rê hatin danîn û li kamyonan tên barkirin.