Li binarên Çiyayê Gabarê ji ber kolandina bîrên petrolê çavkaniyên ava xwezayî zuha dibin.
Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di sala 2022’yan de li Çiyayê Gabarê dest bi xebaten sondajê kir.
Di sala 2023’yan de jî petrol hate dîtin û bi vê yekê re talankirina Çiyayê Gabarê jî dest pê kir.
TPAO di 2022an de li Çiyayê Gabarê, Cudî û Herêma Bestayê nêzî 5 sale bi hinceta kolandina bîrên petrolê talankirina Herêma Botanê berdewam dike.
Li Çiyayê Gabarê dagirkerî û talan bi hevre
Ev şîrketên Tirkiyê ji bo kolandina bîrên petrolê heta niha bi dehan rêyan çêkirine, bi sedhezaran dar qutkirine, li hemû derdorên Çiyayên Gabarê leşger bi cih kirine û qeleqolan çêdikin.
Hate ragihandin ku çavkaniyên avê yên gundên Şêxê Reş, Dara, Şerefiyê, Zîron ê girêdayî Şirnexê ji ber kolandina bîrên petrol zûha bûne.
Bîrên petrolê ava xwezayî jehrî û qirêj kir
Şêniyên Gundê Şêxê Reş anîn ser ziman ku, dîroka gundê wan ji 500 salî pêtire û ava vê gundê heya niha bi awayekê xwezayî diherîke. Lê ji ber kolandina bîrên petrolê av jehrî û qirêj bûye, nema dikarin bikarbînin û ev agahî dan:
`` Hejmara gundê me 3 hezar e. Ji ber zuhabûn û jehrîbûna avê bostan û daristanên me zuha bûne. Ava gundê me ji Çiyayê Gabarê dihat lê belê pîştî sondajê êdî li gund av nine. Em dixwazin demek beriya demekî ev pirsgirêk were çareser kirin.``
Gundiyan dazanîn ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan bi parlementerê AKP yê Şirnexê Arslan Tatar re hevdîtin kirine û Tatar ji wan re diyarkiriye ku wê pirsgirêkê çareser bike, lê heta niha ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
Şiyar Heleb