Di derbarê vegera tîmên agirkujiyê de, yekîtiyê daxuyaniyek li bajarê Tebqayê da.
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku ew amade ne alîkariyên pêwîst li gorî derfetên heyî pêşkêş bikin, çi bi rêya tîmên agirkujiyê yan jî pêşkêşkirina madeyên xwarinê.
Yekîtiyê destnîşan kir ku dema mijar dibe karesateke jîngehî, divê ew di ser pirsgirêkên siyasî û rêveberiyê re were girtin.
Her wiha yekîtiyê hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê di vî şert û mercî de, weke pêwîstiyeke mirovî û nîştimanî nirxand.
Piştî bidawîbûna daxuyaniyê tîmên agirkujiyê vegerîn navendên xwe.