Kanên kevir û sifirê gefê li xweza û mirovan dike

Welatiyên bajarê Semsûr û navçeya Çêlikanê, bertekên xwe nîşan didin ku heft kanên keviran û kana sifirê gefê li xweza û tenduristiya wan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Semsûr û Çêlikanê, heft kanên keviran û kana sifirê ku li ser rêya 27 kîlometreyî ku dixebitin, gefê li xwezayê û tenduristiya mirovan dike.

 

Li Semsûrê ku ji ber erdhejê wêran bû, niha di nav lepên xebatên madenvaniyê de ye.

 

Hat eşkerekirin ku zêdebûna bilez a kanên keviran di salên dawî de wêrankirina jîngeh û ekosîstema bajêr tarûmar dikin.

 

 

 

'Kevirên medenê zirarê dide gelê herêmê'

 

 

 

Hat zanîn ku ev kevirên madenê tenê çend kîlometreyan dûrî cihên dîrokî yên wekî bajarê kevnar ê Perre, Kaniya Romayê, qada arkeolojîk a Pîrîn û gorên kevirî ne.

 

Her wiha hat destnîşankirin ku ew dibin sedema xetereyên mezin û wêrankirina ekolojîk a ji hêla şîrketên wekî Dervîş Çali ya Keviran, Akmadencîlîk û Etî Bakirê ya ku zirarê dide gelê herêmê.

 

Li gorî daxuyaniya Etî Bakirê jî hilberîna salane ya 159 hezar ton sifirê zirara ekolojîk a li herêmê berbiçav dike.

 

 

 

'Toza keviran bandorê li tendurstiya mirov û lawiran dike'

 

 

 

Hat diyarkirin ku toza zêde ya ji ber kanên keviran, kevir û agrega ji bo çêkirina rêyan tên bikaranîn, xwe li berên tûtinê digirin û bi vî awayî fotosentezê kêm dikin û mêrgan qirêj dikin.

 

Her wiha teqînên ku ji ber dînamîtê di kanên keviran de rêça çavkaniyên ava binê erdê diguherînin, dibin sedema ziwabûnê.

 

Qirêjbûna avê ya li çemê Kaniya Mîr ku û toza ku ji kanên keviran derdikeve, dibe sedema alerjiya çav û poz, kuxika kronîk û pirsgirêkên nefesê yên wekî singê di niştecihên derdora wê de.

 

Tê payîn teqînên ku di madenan de çêdibin li deverên ku welatî lê dijîn, dibin sedema ku lerz û erdhejê çêbibe.

 

Welatiyên ku li gundên derdora kan û deverên madenê dijîn gazinên xwe ji trafîka zêde, tirsa ji ber lerz û trawmaya teqînan, toza ku li ser wan dibare dike.

 

Di heman çarçoveyê de qirêjiya çem û kêmbûna çêregehên ku heywanên wan lê diçêrin, dibin cihê ne razîbûnê ji gelek welatiyan re.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye