Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de 44 kes binçavkir, kesên hatibûn binçavkirin duh di danê sibehê de sewqî edliyeyê hatin kirin.
Ji binçavkiriyan 24 kes ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji 20 kesên bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin 17 jê hatin girtin.
Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney jî di nav de 17 kes bi îdîaya 'Endametiya rêxistinê ya ji bo sûc' û 'Sextekariya ku zerar dane saziyên cemaweriyê' hatin girtin.