Li gorî agahiyên herêmî yên ku ji parêzgeha Helebceyê hatine ragihandin, Îro berbanga sibehê dronek nenas li nêzî gundê Mortkeyê ket xwarê. Di cih de teqîneke bi hêz rû da û agir bi daristan û zeviyên çandiniyê yên derdorê ket.
Şahidên bûyerê diyar dikin ku piştî ketina dronê, dûmaneke reş û pêtên agir ji herêmê bilind bûne. Hêzên ewlehiyê û tîmên agarkujiyê yekser ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketin da ku agir kontrol bikin û rê li ber belavbûna wî bigirin.
Heta niha rûbera zirarê û sedema ketina dron bi fermî nehatine eşkere kirin, her wiha ti daxuyaniyek ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve li ser nasnameya dronê nehatiye belavkirin. Lêkolînên tîmên peywendîdar li ser hûrgiliyên bûyerê berdewam dikin.