Osman Baydemîr serdana Rojavayê Kurdistanê dike

Siyastemedar Osman Baydemîr duh hat Rojava û îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk kir.  

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr duh derbasî Rojavayê Kurdustanê bû. 

Baydemîr destpêkê serdana navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Qamişlo kir. 

Li navenda partiyê Hevserokên PYD`ê Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif siyasetmedar Osman Baydemîr pêşwazî kirin.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo keda xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got: "Her kesê ji bo azadî û aramiya axa xwe, têkoşiyan e, canê xwe feda kirin ez ji dil û can weke hevalekî Kurd wan spas dikim.

“Hêviya me Enqere bi Rojava re jî têkiliyên xwe baş bike”

Baydemîr peywendiyên bihêz ên bazirganî, siyasî  yên Enqere û Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir ew hêvî dike heman peywendî bi Rojavayê Kurdistanê werin kirin.

Baydemîr: Dîrok xwe dubare dike lê Kurd xwe dubare nekin

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di dawiya axaftinên xwe de li ser plan û komployên di salên 1920’an de li ser Kurdan hatin meşandin sekinî û wiha lê zêde kir: "Bi kurt û kurmancî dîrok xwe dubare dike. Divê em Kurd xwe dubare nekin. Divê em bi hişmendiya salên 1920’an tev negerin. Em hay ji xwe hebin û hay ji hev hebin."

Hevserokên PYD’ê jî ji bo keda wan a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de spasiya gelê Bakur kir. 

Osman Baydemîr wê serdanên xwe yên li herêmê bidomîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye