Li Tirkiyê ji ber strana “Şer Şer e” tîmeke Footballê hat cezakirin

Li Tirkiyê di qada footbalê de jî dijminatiya li dijî zimanê Kurdî û stranên wê xwe dide der. Di maça Koma 8emîn a Lîga Amator a Herêmî de, tîma Nurlupinar Gençlergucu Spor, ji ber strana “şer şer e” ya Hozan Şemdîn ceza xwar û 3 puanên wê jê hatin birîn. Nurlupinarsporê bi daxuyaniyekê li dijî biryarê bertek nîşan da û got: “Em di Lîga Amator a Herêmî de yekemîn bûn. Lê mixabin, em dibînin ku hin derdorên ku li sehayê nikarin pêşiyê li me bigirin, bi lîstikên li ser maseyan hewl didin me asteng bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê siyaset û football ji hev qut nayê destgirtin û vê yekê di biryareke sosret de careke din xwe da der.

 

Li bajarê Manîsa yê Tirkiyeyê, di maça Koma 8emîn a Lîga Amator a Herêmî de, ji ber strana “şer şer e” ya Hozan Şemdîn, Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor têkçûyî hat hesibandin.

 

Di encama vê biryarê de  3 puanên wê hatin jêbirin û 5 maçên cezaya lîstina bêtemaşevan hate dayîn.

 

Di maça 15’ê Sibatê de ku di navbera Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor û Manîsasporê de hatibû lîstin, tîma malxwê di stadyumê de stranek lê dabû.

 

Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Amator a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (AFDK), ji ber vê stranê li gorî benda 42yemîn a Talîmata Dîsîplînê ya Futbolê ceza birî.

 

Maça ku li Stada Mumin Ozkasap hatibû lîstin û tîma malxwê Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor 1-0 qezenc kiribû, niha 3-0 wekî têkçûbe hat qebûlkirin.

 

Piştî cezayê ji rêza yekemîn ket rêza 5`emîn

 

Nurlupinar Gençlergucu Spor beriya vê biryarê bi 47 puanan yekemîn bû.

 

Lê bi vê biryarê re wan 3 puan ji maça Manîsasporê winda kir û 3 puanên din jî wekî ceza ji puanên wê yên heyî hatin jêbirin.

 

Bi vî awayî tîmê bi giştî 6 puanên xwe winda kir û daket 41 puanan û di lîgê de ket rêza 5`emîn.

 

Di lêkolînan de hat diyarkirin ku li stadê strana Hozan Şemdîn a bi navê “Şer şer e” beriya maçê li stadê hatiye lêdan û ji ber vê stranê li gorî benda 42`yan:

 

Klûb 3-0 hukmen têkçûyî hat ragihandin.

 

3 puanên klûbê hatin jêbirin.

 

Li maçên fermî cezaya lîstina bêtemaşevan hat birîn.

 

Ceza li rêvebiran jî hat birîn.

 

Di çarçoveya talîmatên dîsîplînê de, rêveberên klûbê jî bê ceza neman.

 

Azîz Uzbaş, Umut Ordek, Semîh Muhammet Ertetîk, Nesîp Şik, Mehmet Salih Pektaş û Ahmet Taşdemîr her yekî 90 roj cezayê “mehrûmiyeta ji mafan” girtin.

 

Her wiha ji bo her rêveberekî 15 hezar TL cezayê pereyan jî hat birîn.

 

"Ev jêbirina puanan a neheq û li dijî hiqûqê ye"

 

Rêveberiya Nurlupinarsporê piştî vê biryarê daxuyaniyek weşand.

 

Di destpêka daxuyaniya tîmê de wiha hate gotin: “Wekî Klûba Nurlupinar Sporê, em di Lîga Amator a Herêmî de bi xwêdana eniya xwe lîder bûn û ber bi şampiyoniyê ve diçûn.

 

Lê mixabin, em dibînin ku hin derdorên ku li sehayê nikarin pêşiyê li me bigirin, bi lîstikên li ser maseyan hewl didin me asteng bikin.

 

Ev jêbirina puanan a neheq û li dijî hiqûqê, ne tenê li klûba me, zirarê dide edalet û ruhê ‘fair-play’ a futbola Tirkiyeyê jî."

 

Nurlupinarsporê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: "Me wekî Nurlupinar Sporê, her tim qezenckirina li sehayê ji xwe re wekî bingeh dîtiye.

 

Em ê nehêlin ev serkeftina ku bi ked û baweriyê hatî bidestxistin were qirêjkirin."

 

Her wiha di daxuyaniya Tîmê de wiha hate gotin: "Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin.

 

Em ji alîgir û civata xwe dixwazin ku bi yekîtiyê piştgiriya tîma xwe bikin. Edalet çi zû çi jî dereng wê bi cih were."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye