Serkirdeyê Ensarulah (Hûsî) Ebdulmelik Hûsî îro ragihand ku ger rêya şerê li Rojhilata Navîn pêwîst bike, ew ê dudilî nebe ku gavên leşkerî bavêje û dilsoziya xwe ya ji bo Îranê li hemberî êrîşên Amerîkî-Îsraîlî yên li dijî Îranê nîşan da.
Di axaftina xwe de ya ku li ser televîzyona Mesîra hat weşandin, Hûsî got:
"Em, wekî gelê Yemenê, dilsoziyê bi dilsoziyê diguherînin.
Di krîza Yemenê de, tenê piştgirê fermî yê me Îran bû û di asteke berfirehtir de piştgirî da berxwedana me."
Hûsî da zanîn ku ew ê ti carî dudilî nebin ku erka xwe ya Îslamî ya cîhadê di rêya xwedê de li dijî zalimên serdema me, Cihûyên Siyonîst û baskê wan ê Amerîkî bi cîh bînin.
Her pêşketinek di şer de ku helwesteke leşkerî ferz bike, wê me bihêle ku em ê helwestê bigirin, wekî di gerên berê de.”
Îmaratên Erebî yên Yekbûyî: Em ê beşdarî êrîşeke bejayî ya li dijî Îranê bibin
Ji aliyekî din ve, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî agirbesta bi Îranê re red kir û ragihand ku ew ê beşdarî êrîşeke bejayî ya li dijî Îranê bibe.
Li gorî WSJ, Îmarat di serî de daxwaza ji holêrakirina tevahiya tora gefên Tehranê dike.
Balyozê Îmaratê li Amerîkayê Youssef Al Otaiba, beşdariya welatê xwe di hevpeymaniyeke leşkerî de ji bo vekirina Tengava Hurmizê piştrast kir.
Her wiha Otaiba soza veberhênana mezin a 1.4 trîlyon dolarî ya Îmaratê ji bo DYA`yê piştrast kir.