Iraq û Îran lihevkirineke ewlehiyê îmze kirin

Di derbarê hevdîtina navbera Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî û Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî de daxuyanî hat dayîn. Hat eşkerekirin ku di civînê de li ser pêngavên xurtkirina hemahengiya ewlehî û leşkerî ya navbera her du welatan axivîne û peymanên ewlehiyê hatiye îmzekirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ofîsa Serfermandariya Artêşa Iraqê daxuyaniyek têkildarî hevdîtina di navbera Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî û Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî de, weşand.

Li gorî daxuyaniyê Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî gotiye ku lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Tehran û Bexdayê de ji bo parastina ewlehiya herêmê û her du welatan pêdawîstiyeke stratejîk e.

Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de li ser êrîşên Îsraîl û Amerîka ya di mehên borî de li ser Îranê pêkhatî jî axivîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî gotiye: "Iraq rê nade xak û asîmanê welatê wî ji bo êrişkirina ser ewlehiya ti welatek cîran."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 20’ê Cotmehê de şandeyek bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî re çû Tehranê.

Di nava şandeyê de Wezîrê Karên Hindir yê hikûmeta demborî ya başûr Rêber Ehmed û Serokê Dezgeha Ewlekariyê ya Herêmê Hîwa Ehmed jî hebûn.

Rubio û Sûdanî ser firotina petrolê ji başûrê Kurdistanê axivîn

Bi rojeva Iraqê ve girêdayî, Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku wezîr Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîr Mûhammed Şiya Sûdanî re axivî.

Li gorî daxuyaniyê, Rubio û Sûdanî li ser mijarên peymanên bazirganiyê yên bi Iraqê re hatine kirin û firotina petrola ji Başûrê Kurdistanê axivî ne.

Rubio: Divê Heşd Şabî werê bêçekkirin

Di daxuyaniyê de hate gotin ku yek ji rojeva sereke ya gotubêja di navbera Sudanî û Rubio de hebûna çekdarên Heşd Şabî bû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rubio ji Sudanî xwestiye demek ji ya din zûtir, Heşd Şabî were bêçekkirin.

Li gorî Rubio Heşdî Şabî serweriya Iraqê lewaz dike, li ser jiyan û karên Amerîkiyan jî gef e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye