Beriya agirbest di navbera Îsraîl û Libnanê de were ragihandin, Îraîlê êrîşî Navenda Parastina Sivîl kir.
Hêzên Îsraîlê li navçeya Nebetiya ya li başûrê Libnanê Navenda Parastina Sivîl bombebaran kir.
Di encama êrîşa Îsraîlê de 6 Libnanî hatin kuştin
Li gorî agahiyan, di bombebaranê de 6 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn.
Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê li ser mijarê daxuyaniyek da û piştrast kir ku bombebaran li dijî Navenda Parastina Sivîl a li devera Harûf a navçeya Nebetiya hatiye kirin, di encamê 3 ji wan xebatkarên tenduristiyê, 6 kes hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn.
Danûstandinên Libnan û Îsraîlê ku bi navbeynkariya DYA'yê pêk hatibûn, roja înê bi dawî bûn.
Îsraîl û Libnanê li ser dirêjkirina agirbesta 45 rojan û lidarxistina civînan di hefteyên pêş de, li hev kiribûn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Tommy Pigott got:
"Rawestandina şer û pevçûnan ku di 16'ê nîsanê de dest pê kiriye, dê 45 rojan were dirêjkirin, da ku rê li ber pêşketinên zêdetir were vekirin."
Her wiha got, hevdîtinên bi armanca bidawîkirina şerê di navbera her du aliyan de "pir berhemdar" bûn.
Şerê daxuyaniyan di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam e
Tevî van danûstandinan jî, şerê medyayî û çekdarî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam dike.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê, roja înê, sibehê, êrîşeke asmanî li ser bajarokê Qasibayê yê li başûrê Libnanê pêk anî.
Her wiha got ku topxaneya Îsraîlê di sibehê de derdora bajarokên Qelawiye û Burc Qelawiye armanc kir.
Artêşa Îsraîlê jî, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan li herêma Sûrê ya başûrê Libnanê, li dijî binesaziyên Hizbullahê dest bi pêleke êrîşan kiriye.
Her wiha Artêşa Îsraîlê da zanîn ku çend dronên Hizbullahê yên tije teqemenî, nêzîkî sînorê Libnanê ketin nav axa Îsraîlê û ti birîndarî di encama wan de çênebûne.
Artêşa Îsraîlê hişyariyê dide niştecihên 5 bajarokên başûrê Libnanê ku nêzîkî 1000 metreyan ji cih û warên xwe dûr bikevin.
Îsraîl: Leşkerekî me li Libnanê hat kuştin
Di heman demê de, Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerê wê yê bi navê Negev Dagan li Libnanê hatibû kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ev yek tekez kir û da xuyakirin ku Îsraîl, heta ku armancên xwe bi dest bixe, wê êrîşên xwe li ser Libnanê berdewam bike.
Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê eşkere kir ku wan leşkerekî Îsraîlê, bi armanckirina tankekê li bajarokê Reşafa yê başûrê Libnanê, birîndar kiriye.
Ev demeke dirêj e şer di navbera Hizbulah û Îsraîlê de heye.
Di 7’ê cotmeha 2023’an de, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de dest pê kiribû.
Hizbullah jî ji bo ku piştgiriya Hemasê bike, êrîşî Îsraîlê kir.
Her wiha di 28’ê sibatê de şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de dest pê bû û di êrîşekê de rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî hat kuştin.
Ji bo tolhildana Elî Xamineyî, dîsa Hizbullahê êrîşî Îsraîlê kir.