Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dosyaya dîlgirtî û windabûyan dê di xebatên pêşîn de be û wiha got:
"Ji ber ku ev dozeke mirovî ya neteweyî ye.
Hewldan û koordînasyona bi aliyên navneteweyî re wê berdewam bikin
Heta ku hemû windayî vegerin malên xwe."
Li rex vê xalê jî, fermandariyê eşkere kir ku vegerandina gundên ku hatine dagirkirin û vegera xelkên wan gundan jî, di xebatên wan ên pêş de ne.
Fermandariyê bang li gel kir ku piştgiriya wan bikin, da ku bi hev re li pêşberî dijmin bisekinin.