Operasyon di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, hat bicihanîn.
Di operasyonê de şaredarê berê yê Beşîktaşê, rêveberê xizmeta personelan a Şaredariya Beşîktaşê Bulent Karakas tevî endamên meclia şaredariyê jî, bi giştî 5 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê operasyonê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Cîgirê Şaredarê berê yê Beşîktaşê Cevdet Çalî û endamekî meclisa Şaredariya Beşîktaşê jî di nav de, bi tawanên "wergirtina bertîlan" û "şûştina pereyan" hatine binçavkirin.
Serdozgeriyê destnîşan kir ku lêgerîn berdewam dikin û di çarçoveya operasyonê de materyalên dîjîtalî jî hatine desteserkirin.