Ehmed El-Şera bi Donald Trump re civiya

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera û serokê Amerîkayê Donald Trump, roja duşemê, li Qesra Spî civiyan. Ehmed El-Şera ragihand ku wan li ser pêwendiyên Amerîka-Sûriyê û hevsengiyên herêmî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirine û got: "Sûriyê wê tevlî Koalisyona Navnteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bibe." Hemwextê civîna Ahmed Şera û Trum, Hakan Fîdan, li Qesra Spî bi Marc Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El- Şaybanî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Sûriyê û Amerîkayê de, piştî demeke dirêj ji nakokuyan, hevdîtin dest pê dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Sûriyê Ehmed El-Şera,duh, li Qesra Spî civiyan.

Ev cara yekem e ku serokekî Sûriyê, ji dema serxwebûna welêt di sala 1946`an de û vir ve serdana Amerîkayê dike.

Hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance û  Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack jî beşdarî civînê bûne.

Rayedarên Amerîkî, Piştî civînê, ragihanin ku Sûriyê, wê tevlî koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya li dijî DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn bibe.

Sûriyê, wê bibe welatê 90`emîn ku tevlî hevpeymaniyê dibe.

Sûriye tevlî hevpeymaniya dijî DAIŞê dibe

Ev yek, ji hêla serokê Sûriyê Ehmed El-Şera ve jî hat piştrastkirin.

Ehmed El-Şera, derbarê civîna xwe de, ji kanala Fox Newsê ya Amerîkayê re, axivî û got:

"Rêjîma berê, 60 salan ji cîhanê îzole bûbû û di vê pêvajoyê de di navbera Amerîka û Sûriyê de qutbûnek çêbûbû û ji ber vê yekê serdana min a yekem gelekî girîng e.

El-Şera diyar kir ku piştî rûxandina rejîma berê, Sûriyê ketiye qonaxeke nû.

 

Her wiha Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, destnîşan kir ku sedem hene ku artêşa Amerîkayê li Sûriyê be û niha divê bi hikûmeta Sûriyê re di nav hevahengiyê de be.

Ehmed El-Şera diyar kir ku wan bi Trump re mijara rakirina cezayan li ser Sûriyê jî gotûbêj kirine.

"Em niha rasterast bi Îsraîlê re nakevin nav danûstandinan"

El-Şera da zanîn ku tevlîbûna Sûriyê ya ji bo Peymanên Abrahamê, ne di rojevê de ye û got:

"Sînorê Sûriyê bi Îsraîlê re heye û Îsraîlê ji sala 1967`an ve Golan dagir kiriye.

Em niha rasterast bi Îsraîlê re nakevin nav danûstandinan, dibe ku Serok Trump alîkariya danûstandineke bi vî rengî bike."

Sûriyê: Li ser entegrasyona QSD û artêşê hat lihevkirin

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî  derbarê hevdîtina Ehmed El-Şera û Donald Trump de daxuyaniyek da û got :

"Serok Ehmed El-Şer di atmosfereke "dostane û avaker" de "zêdetirî saetekê" bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Donald Trump re civiyaye.

Ehmed El-Şer û Donald Trump, li ser pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê û entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)`ê ya di nav artêşa Sûriyê de li hev kiriye."

Her wiha Wezaretê piştrast kir ku Washington, piştgiriyê dide pêkanîna "rêkeftineke ewlehiyê" ya di navbera Şam û Tel Evîvê de.

Cezayên Sezarê hatin rawestandin

Wezareta Karên Derve da zanîn ku Amerîkayê, cezayên ku li gorî Yasaya Sezarê li ser Sûriyê hatibûn ferzkirin 180 rojî rawestandine.

Trump pesna Ehmed Şer da

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku serokê Amerîkayê, hevtayê xwe yê Sûriyî wekî "serokekî gelekî bi hêz e" bi nav kiriye.”

Fîdan: Li ser îhtîmala parçebûna sûriyê hişyarî da

Hemwextê civîna Ahmed Şera û Trum, Wezîrê  Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li Qesra Spî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marc Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El- Şaybanî re civiya.

Hakan Fîdan, di civînê de,îddîa kir ku  eger pirsgirêkên li Suweydayê û deverên di bin kontrola QSD`ê de bi baldarî neyên birêvebirin, wê "welat bi îhtîmala parçebûnê re rû bi rû bimîne."

Fîdan diyar kir ku ”nêzîkatiya Trump a li hemberî meseleya Sûriyê pir avaker bû” û Tirkiyê ev yek erênî dît.

Trump, piştî hevdîtina bi El-Şera re, soz da ku piştgiriyê bide rêveberiya Sûriyê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye