Îraqê ji bo bêçekkirina komên çekdar gavên xwe zêdetir kirine
Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Elî Zeydî, ji bo bêçekkirina komên çekdar ên derveyî hêzên fermî yên dewletê, gavên xwe zêdetir kirine.
Hikûmet, berî dema ku ji wan re hatiye diyarkirin, dixwaze komên çekdar çekên xwe radestî dewletê bikin.
Bexda fişarê dike ji bo bêçekkirina komên çekdar ku alîgirên Tehranê ne û dixwaze çekên wan bixe bin kontrola dewletê.
Ev jî ji xwe, yek ji mercên Washingtonê ye ji bo berdewamkirina hevkariyên ewlehî û aborî.
Her wiha Amerîka li dijî beşdarbûna milîsan di hikûmeta Îraqê de hişyarî daye.
Li Îraqê gelek komên çekdar hene ku berê bi awayekî serbixwe kar dikirin û guh nedidan biryarên dewletê.
Jixwe girîngtirîn komên çekdar ev in:
Navê komên çekdar ên Îraqê
- Ketayib Hizbullah
- Asayib Ehlulheq
- Tevgera Nuceba
- Ketayib Seyid Şuheda
- Ensarullah Ewfiya
- Rêxistina Bedir
- Seraya Selam
Piraniya van koman di bin sîwana Heşda Şebî de dixebitin ku li gorî yasayê beşek ji hêzên dewletê ye.
Lê hin komên di nav Heşdê de bi awayekî serbixwe tev digirin û her tim ne di bin fermandariya dewletê de ne.
Heta niha ji van koman 3 kom amadebûna xwe nîşan dane ku çekên xwe radestî dewletê bikin.
Komê çekên xwe radestî hikûmetê kirine
- Seraya Selam
- Asayib Ehlulheq
- Ketayib Îmam Elî
Bi taybetî Seraya Selam ku girêdayî Muqteda Sedr e û ne alîgirê Îranê ye, di merasîmekê de li qada xwe ya sereke li Samerrayê, li bakurê Bexdadê, ala xwe daxist.
Her du komên din jî komîte ava kirine ku berpirsyar in ji bo bicihanîna hemû pêdiviyên radestkirinê, weke amadekirina lîsteya karmendan, çek, otomobîl û kelûpelên lojîstîkî.
Lê hin komên çekdar, bi taybetî Ketayib Hizbullah û Tevgera Hizbullah Nuceba, helwesteke cuda dane û ne amade ne ku çekên xwe radest bikin.
Ev gavên Îraqê di demekê de tên avêtin ku Washingtonê berê, ji ber êrîşên komên çekdar, beşek ji hevkariyên ewlehiyê û şandina dahata petrolê ji Îraqê re rawestandibû.
Vegerandina wan hevkariyan jî girêdayî gavên kiryarî yên hikûmeta Îraqê ye.
Serokwezîrê Îraqê dawiya meha îlonê ya vê salê, weke dawî demek ji bo komên çekdar diyar kiriye, da ku çekên xwe radest bikin.
Lê heke radest nekin, dê rûbirûyî cezayên tund werin.