Li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de 100 kes hatin kuştin-Hate Nu kirin

Li Xezeyê binpêkirina agirbestê berdewam dike. Rêxistina Parastina Sivîl li Xezeyê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de, yên li ser mal û konên penaberan di nav de 35 zarok 100 kes hatine kuştin. Li aliyekê din ve, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên Îsraîlê wê berdewam bin li ser cîbicîkirina peymana Xezeyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 10´ê cotmehê de bi navbenkariya Amerîka û Misirê agirbestek li Xezeyê hat ragihandin, roj bi roj ev agirbest tê binpêkirin.

Îsraîl û Hemas jî ji bo binpêkirina agirbestê hevdu tewanbar dikin.

Medyaya Îsraîlê berê ragihandibû li bajarê Refahê yê başûrê Xezeyê pevçûnek di navbera çekdarên Hemas û hêzên Îsraîlê de çêbû ku di encamê de leşkerekî Îsraîlî hat kuştin

Hemasê jî, berpirsiyariya êrîşa li ser hêzên Îsraîlê li Refehê red kir û bi daxuyaniyekê pabendbûna xwe ya bi agirbesta li Xezeyê piştrast kir.

Herî dawiyê, Îsraîlê dest bi êrîşên hewayî li ser mal û konên penaberan kir, di encamê de 100 kes hatin kuştin di nav de 35 zarok bûn.

Li aliyekî din jî, îro artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Îsraîlê wê berdewam bin li ser cîbicîkirina peymana Xezeyê.

Di heman demê de tekez kir ku ew ê bi tundî bersiva her binpêkirinê bide.

Her wiha di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku zêdetirî 30 çekdarên ku li Xezeyê di meqamên serokatiyê de bûn armanc hatin girtin.

Trump: Hemasê leşkerekî Îsraîlî kuşt û Îsraîlê bersiv da

Bi vê yekê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku eger Hemas bi rêkûpêk tevnegere, ew ê wan tune bike.

Trump da zanîn ku Hemas leşkerekî Îsraîlî kuştiye, ji ber vê yekê jî Îsraîlê bersiv daye.

Her wiha Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Johan Dawêd Vance, piştî ku Îsraîlê êrîşên li ser Xezeyê dest pê kirin, duh êvarê ragihand ku agirbesta li Xezeyê hîn jî berdewam dike.

“Xeza bi temamî wêran bûye û agirbest binpêkirinan ranawestîne”

Di derbarê rewşa Xezeyê de Seroka Komîsyona Serbixwe ya Lêpirsînê Navi Pillay eşkere kir ku agirbesta hatiye ragihandin nikare wêraniya ku li Xezeyê hatiye kirin ji holê rake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye