Niha di van kêliyan de bi hezaran kes, li ser banga serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal, li bajarên Sehleb, Wadî El Iyûn ên gundewarê rojavayê Hemayê, Wadî El Zeheb ê Humsê, çerxerêya El Ezher a bajarê Laziqiye, Ceble û Tertûsê bi dirûşma "Em federaliyê dixwazin" daketin qadan.
Xwepêşandêran daxwazên xwe yên mafên siyasî û sivîl û diyarkirina çarenûsê anîn ziman. Her wiha tevahî cûreyên tundî û paşguhkirina siyasî red kirin.
Li bajarê Banyasê yê Laziqiyê hêzên hikumeta veguhêz li nêzî Saziya Avê û têketina taxa Qisûr belav bûne da ku xwepêşandanan qedexe bikin. Li bajarên Ceblê û Banyasê jî hêzên hikumetê li xwepêşandêran xistin û gule teqandin.
Alîgirên hikumeta veguhêz jî li çerxerêya Zîraa ya Laziqiyê kom bûn da ku li ber tevlêbûna xwepêşandanên bigirin.
Di xwepêşandanên li Banyas, çerxerêya Zîraa û bajarê Ceblê yên Laziqiye û taxa Zehra ya Humsê alîgirên hikumeta veguhêz û komên navên " Komîteyên Aştiya Naxweyî" li xwe dikin, êrişî xwepêşandêran kirin û hin ji wan binçav kirin. Dîsa nehiştin ku rojnamevan bûyeran belge bikin.
Xwepêşandêr li qada Îmam Elî ya taxa Wadî El Zeheb a Humsê kom bûn.
Nûçegihanê me ji taxê ragihand hêzên hikumetê li jinên dan da ku tev li xwepêşandanan nebin.
Hêzên hikumeta veguhêz herêm dorpêç kir hewl dan bi darê zorê xwepêşandêran belav bikin. Gelek kes ji ber zor û tundiya hêzên hikûmetê nikarîn xwe bigînin qada xwepêşandanê, her wiha rêyên ku diçin qadê jî hatin girtin.
Duh serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal ji bo daxwaza mafê çarenûsî û federalîzmê banga xwepêşandanên girseryî kir.