Daxwaza betalkirina hemû kongreyên bajaran ê CHP tê kirin

Gaveke nû li dijî CHPê di rojevê de ye. Hin endamên CHPê daxwaza betalkirina hemû kongreyên bajaran yên Kongreya 39`an de kirin. Dîsa operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî berdewam in. Vê carê jî zêdetirî 200 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Operasyonên li dijî CPHê bi awayên cûda berdewam dike.

Delegeyên berê yên kongreya CHPê, tevî Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hatayê Lütfü Savaş , daxwaza betalkirina kongreyên bajaran kir.

Weke tê zanîn beriya demek 39emîn Kongreya Asayî ya CHPê de pêk hatibû, tevê vê jî aliyê navborî serî li Dadgeha Aslî ya 42emîn a Sivîl a Enqereyê dan.

Lütfü Savaş û delegeyên pêre bi îdayên ku rêveberiya Navenda Giştî ya CHP Kongreya Asayî ya 38emîn de, "îradeya kongreyê bi awayekî rêxistinkirî ji holê rakiriye û ev rewş li dijî qanûn û pergala giştî ye".

Di daxwaznameyê de bal kişandin ser îdianameyên ku di encama lêpirsînên ji hêla Serdozgeriyên Komarê yên Enqere û Stenbolê ve hatine kirin de hatine amadekirin.

Di berdewamiya îdayan de tê gotin ku ji bo delege deng bidin Özgür Özel, soza encûmenî, piştgiriya darayî û soza bicihkirina kar hatiye dayîn.

Zêdetirê 200 kes ji bo lêpirsîna gendeliyê hatin gazîkirin

Hemwextê lêpirsîna gendeliyê de li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê operasyonk din pêk hat.

Zêdetirî 200 kes, di nav wan de endamên meclîsa bajêr û karmend jî hene, ji bo îfadeyê hatin gazîkirin.

Îro sibê 22 personel ji bo îfadeyên xwe çûne qereqola polîsan.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, zêdetirî 210 rêvebir, karmendên sivîl, karmend û burokratên berê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM), tevî yên ku ji hêla gelek şîrketên girêdayî yên wekî Kültür A.Ş. û Medya A.Ş. ve hatine xebitandin, ji hêla tîmên Şaxa Darayî ve hatine gazîkirin da ku îfade bidin.

Ji bo kesên ku hatine gazîkirin ti binçavkirin nehatiye kirin.

Hat hînbûn ku karmendên şaredariyê di heyamek du hefteyan de gav bi gav îfadeyên xwe pêşkêş kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye