Amerîka, îngiltere û welatên Ewroyê zêdebûna koçberiyê li ser hebûna xwe weke rewşek xetrnak dibîne.
Ji ber difikirin ku pêlên koçberiya zêde guhertinên demografî çêdike, lewma zagonên tund û dijwar derhehqê koçberan de derdixin.
Welatên Ewropayê bi giştî tevî Amerîka û Brîtanya siyaseta xwe ya penaberiyê li hemberî koçberan diguherin û biryarên nû digrin.
Wezareta Ewlekariya Hundirîn ya Amerîkayê ragihand ku bernameya "Rewşa Parastina Demkî" ya taybet ji bo welatiyên Sûriyeyê wê bi dawî bibe.
Wezaretê 60 roj da sûriyên di bernameya de qeydkirî da ku vegerin Sûriyeyê.
Her wiha ragihand ku wê 6 hezar hemwelatiyên Sûriyê dersînor bike, vegera wan ya ewle mîsoger bike, bilêteke balafirê bê pere û hezar dolar pêşkêşî wan bike.
Cîgira wezîra ewlekariya hundirîn Tricia McLaughlin jî di civînek çapemeniyê de da zanîn ku ev 20 sal in Sûriye wekî navendeke terorîzmê ye, êdî rê li ber vegera welatiyên nagire.
Trump siyaseta koçberiyê ya Amerîkayê diguhere
Serokê Amerîkayê biryarnameya yekem vîzeya "Karta Zêrîn" e ya ku rê dide welatiyên biyanî herî kêm milyonek dolarî bidin Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê, ji bo bilez vîzeya xwe werbigirin.
Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê ragihand ku nêzîkî 80 hezar Kartên Zêrîn dê berdest bin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Howard Lutick got ku ev bername wê cihê vîzeyên curên EB-1 û EB-2 bigire û dayîna milyonek dolarî ji bo Amerîkayê, delîleke baş a nirxê wî kesî ye.
Vîzeya kar a li Amerîkayê bi 100 hezar dolar e
Trump di biryarnameyeke din de, xerca vîzeya kar a li Amerîkayê bi 100 hezar dolar ferz kir.
Ew vîze, ji bo kesên ku li Amerîkayê wê kar bikin, maf dide deh hezaran kesan ku heta 6 salan li Amerîkayê bijîn û bixebitin.
Ingiltere koçberek dersînor kir
Bi awayek hemwext di çarçoveya peymaneke nû ya bi Fransayê re, Brîtanyayê yekemîn koçber dersînor kir.
Li gorî peymanê, li hemberî her koçberekî ku bi awayekî neyasayî diçe Brîtanyayê û tê dersînorkirin, Fransa wê koçberekî din bi awayekî yasayî bişîne wî welatî.
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê vê yekê wekî "gava yekem" dibîne, lê rexnegir dibêjin, "ev pêngaveke "sembolîk" e.