Hêzên Îsraîlê li gundewarê Dera û Quneytîrayê xalên kontrolê danîn

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Derayê û Quneytîrayê bûn û xalên kontrolê danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, Îro Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundê Mierayê li herêma Hewza Yermûkê ya gundewarên rojavayê Derayê bû.

Her wiha Hêza Îsraîlê li aliyê rojhilatê gund xaleke kontrolê danî û hêzeke din berê xwe da gundên Koya û Abdîn.

Hemwextî wê li gundewarên Quneytîrayê jî, hêzeke Îsraîlê ya ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket nav gundê Samdaniyê û xaleke kontrolê danî.

Her wiha leşkerên Îsraîlê li derdorê hatine bicihkirin û balafirên bêmirov li esman difiriyan.

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê di 8`ê Kanûna 2024`an de, hêzên Îsraîlê gelek caran ketin nav axa Sûriyê bi taybet li herêmên sînor yên li gundewarên Deraa, Quneytîra û Şamê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24