Tofana Kalmaegi berê xwe da Viyetnamê

Piştî wêrankirina berfireh a li Fîlîpînan, Tofana Kalmaegi berê xwe da navenda Viyetnamê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Fîlîpînan Tofana Kalmaegi bû sedama mirina nêzî 200 kesan û niha jî derbasî navenda Viyetnamê bûye û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Viyetnamê dan xuyakirin ku Tofana Kalmaegi roja pêncşemê li navenda Viyetnamê xistiye, bayên xurt û pêlên 10 metre bilind rayedar neçar kirin ku 6 balafirgehan bigirin û bi sedan geştên hewayî betal bikin.

Her wiha Xizmeta Hewayê ya Neteweyî destnîşan kir ku tofanê banên xaniyan rakiriye, dar û stûnên ragihandinê li parêzgehên peravê ji kokê ve hilkiriye.

Her wekî din jî, Hikûmeta Viyetnamê li parêzgeha Gia Lai ferman da ji zêdetirî 260 hezar kesan ku ji malên xwe derkevin û biçin cihên ewle.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye