Sûdanî: Bêyî vekişîna Amerîka, bêçekkirina koman ne pêkan e

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku welatê wî pabendî bêçekkirina koman e, lê ew yek bi hebûna DYAˊyê li Iraqê re ne pêkan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh di hevdîtinekê di gel Reutersê de got, welatê wî soz daye tevahiya çekan bixe bin kontrola dewletê, lê ev yek bi hebûna Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka li Iraqê ve girêdayî ye.

Sûdanî da xuyakirin ku hin komên li Iraqê hebûna Amerîka bi "hêza dagirker" bi nav dikin.

Serokwezîrê Iraqê got: "Hîna plana derxistina Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê bi hatina Îlona 2026ˊan berdewam dike, ji ber ku gefên komên îslamî yên radîkal bi awayekî mezin kêm bûne."

Sûdanî da zanîn, xeteriya DAIŞê nemaye û tekez kir ku dê bernameyeke zelal ji bo bidawîkirina hebûna çekan li derveyî saziyên dewletê hebe û got: "Piştî ku çek bên danîn, ew alî dikarin tevlî hêzên ewlehiyê yên fermî yan jî qada siyasî bibin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye