Rejîma Îranê zext, binçavkirin, girtin, îşkence û darvekirinên li dijî jin û kesên ku dengê xwe bilind dikin, didomîne.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 93'an de daxuyaniyek belav kir.
Di nav 2 rojan de 76 kes hatin darvekirin
Kampanyayê ragihand ku li Îranê di nav du rojên meha Mijdarê de 76 kes hatine darvekirin.
Li seranserî welat, girtiyên 54 girtîgehan, li dijî cezayê darvekirinê û domandina pêkanîna wê, di gireva birçîbûnê de ne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybetî piştî biryara gireva birçîbûnê bi lez bûye.
Kampanyayê destnîşankirin ku Wê çalakiyên xwe li seranserê girtîgehên Îranê bidomînin û bang li raya giştî kir ku li hember darvekirinan bêdeng nebin.
Di cotmehê de 103 kes hatin girtin
Li aliyê din, Saziya Mafên Mirovan a Hengawê eşkere kir ku di Cotmeha 2025'an de, 103 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Islamî ve hatine girtin.
Li gorî vê raporê nasnameya kesên hatine girtin wiha ye: Herî kêm 37 welatiyên Kurd, 19 Behayî, 16 Belûç, 4 Lor, 4 Ereb, 22 Fars û 1 Gîlek, ji wan 19 çalakvanên jin û 4 zarok di heyama Cotmeha 2025an de, hatine girtin an jî revandin.
çavkanî: rêxistina mafên mirovan a hengaw
Di du mehan de 4 nivîskar û hunermendek hatin girtin.
Di vê dema ku girtin û darvekirin zêde bûne de, di 2'yê mijdarê de Civaknas û lêkolîner Mehsa Esodollahnejad, her wiha nivîskar û wergervan Şîrîn Kerîmî ji aliyê Yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatine girtin û birin cihek nediyar.
Beriya wê, di Cotmeha 2025'an de jî , nivîskar Gizing Qazî ya ji Mehabadê ye û Şayan Huşiyar ye ji Urmiyê û hunermendek xelkê Ehwazê yê bi navê Ebas Dexaxle hatibûn girtin.