Maratona Tehranê ji ber beşdarbûna jinan bê hicab rastî nerazîbûnê hat

Maratona 10 kîlometreyî ya ku duh li paytexta Îranê Tehranê hatibû lidarxistin, piştî ku jin bêyî lixwekirina hicaba neçarî beşdarî wê bûbûn, ji hêla rayedarên hikûmeta Îranê ve rastî nerazîbûnê hat. Her wiha hin ji rayedaran daxwaza cezakirina organîzatorên Maratonê û hin beşdarên wê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku duh maratoneke 10 kîlometreyî ya jinan li Tehranê hate lidarxistin, ku tê de jin bêyî hicaba neçarî beşdar bûn.

Îro Navenda Medyaya Dadweriyê ya Îranê ragihand ku Dozgeriya Tehranê ji ber nepabendbûna beşdarên Maratonê bi pîvanên yasayî û olî yên Îranê, li dijî organîzatorên vê Maratonê gilînameyek tomar kiriye û dozeke yasayî hatiye vekirin.

Îro sibehê, Rêveberê Giştî yê Werzîş û Ciwanan ê Parêzgeha Tehranê Hebîb Sitûde Nijad ji ajansa nûçeyan a Îranî Tesnîmê re got ku werzîşvanên ku wekî sûcdar werin dîtin dê bi tedbîrên yasayî û dîsîplînî re rû bi rû bimînin.

Li gorî Hebîb Sitûde Nijad, berî ku Maraton dest pê bike, ji beşdaran hat xwestin ku soz bidin ku rêûresmên îslamî li ber çavan bigirin.

Li aliyekî din jî, Serokê Komîteya Lîstikan a Tehranê Xulam Riza Kerîmî ji ajansa nûçeyan a Farisê re diyar kir ku hemû destûrên pêwîst ji bo Maratonê hatin dayîn.

Xulam Riza Kerîmî lê zêde kir ku ew wekî organîzator, berî lidarxistina vê Maratonê, ji hemû beşdaran sozek nivîskî wergirt ku hicabê li xwe bikin û rêûresmên Îslamî biparêzin û hicab jî hatin belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye