NY: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin

Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku ew çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê nake û dibêje dê 20 komên çekdar beşdarî hilbijartinan bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Haq, ragihand ku destûra wan a çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê nîne.

Ferhan Haq, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî tenê hevkariyeke teknîkî ya bihêz pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dike.

Haq, destnîşan kir ku armanca sereke bipêşxistina zelalî, berfirehî û bîr û baweriyê, di pêvajoya hilbijartinê de ye.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî, behsa beşdarbûna komên çekdar, di hilbijartinên Îraqê de jî kir û got:

"Nêzîkî 20 komên çekdar jî dê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Ferhan Haq, da zanîn ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, vê pêvajoyê li gorî yasa û rêzikên Îraqê, bi rê ve dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye