Neîm Qasiem bang li Siûdiyê kir ku rûpelek nû bi Hizbullahê re veke

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Neîm Qasim, bang li Erebistana Siûdî kir ku rûpelek nû bi vê partiyê re veke, da ku xalên nakok çareser bike û eniyek yekgirtî li dijî Îsraîlê ava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Neîm Qasim, tekez kir ku herêm niha di qonaxek xeternak re derbas dibe û Îsraîl hebûnek dagirker e ku dixwaze herêmê kontrol bike.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî ji ber êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê, berpirsiyarî girt ser xwe û got: "Em amade ne ku erkê xwe li kêleka artêşa Lubnanê bicîh bînin."

Axaftina Neîm Qasim di demekê de hat ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê nû bûne.

Erebistana Siûdî, ji sala 2016'an ve, tevgera Hizbullaha Lubnanî, wekî rêxistineke terorîst bi nav kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24