Komîteya Wezîrên Civata Ewropayê di civîna xwe ya asayî de rewşa Selahatin Demîrtaş û Siyasetmedarên din yên girtî nirxand û da zanîn ku kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bê sedem hatine girtin û divê werin berdan.
Komiteya Weziran a Ewropayê destnîşan kir ku ji bo sedemên girtina Hevserokê Berê yê HDP`ê Selahatin Demîrtaş ku li girtîgaha Edirneyê ye delîlek û hinceteke ku were girtin nîne.
Lewma Komîteyê diyar kir ku gerek Dadgeha Desturî ya tirkiyê biryarên dadgeha mafê mirovan bi cih bîne û Demirtaş were berdan.