Meclisa Leşkerî ya QSDê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civînê de Mezlûm Ebdî Pêşveçûnên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Ebdî diyar kir ku dan û standin li gorî Peymana 10'ê Adarê bi hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re berdewam dike.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê girîngiya parastina agirbestê û pêşîgirtina hewildanên ku herêmê bikişînin nava şer anî ziman.
Di civînê de dosyayên navxweyî û rêxistinî, tevî entegrasyona nava artêşa hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê jî hat vegotin.
Hate diyarkirin ku QSD amade ye diyalogan bi Şamê re bike.
Têkoşîna li dijî DAIŞê wê bidome
Hat destnîşankirin ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên DAIŞ'ê zêde bûne û têkoşîna li dijî wan wê bidome.
QSD'ê ji bo kesên erka xweparastinê pêk neanîne biryara çareseriyê da
Di civînê de ji bo kesên erka xweparastinê pêk neanîne û ji bo çareserkirina rewşa wan jî biryara efûya giştî wê bê dayîn.
Çareseriya siyasî û parastina pêkhateyan aramnca pêşîn e
Di dawiya civînê de Meclisa Leşkerî ya QSDê balkişand ser girîngiya parastina ewlehî û aştiya navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha anî ziman ku ew ê hewildanên xwe ji bo çareseriyên siyasî bidomînin.