Li gorî belgekirina SHOR'ê buyerên rûdane wiha ne:
Li gundewarên şamê li bajarokê zekeriya piştî nîqaşek li ser bikaranîna çekan, 3 endamên heman malbetê hatin kuştin.
Li bajarokê Seyda ciwanek di depoya çopê de plastîk berhev dikir, mayînek ji ber şer mabû teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Welatiyekî Elewî di encama êrîşên çekdarî de li ser rêya Rastan û Elemêynê, hat kuştin.
Li gundê Tuweyna jinekê, piştî nîqaşê mêrê xwe kuşt.
Welatiyekî ji parêzgeha Suweydeyê, di nava zeviyên xwe de kar dikir hat kuştin.
Li herêma Hemrat di şerê pismaman de ciwanek hat kuştin.
Li nêzîkî bajarokê kenaker du zarokên ji Dêra Zorê bi parçeyên bombeyan hatin kuştin.
Li taxa El-Leyremûn a Helebê ciwanekî bi şaştî çek bi karanî û jiyana xwe ji dest da.