Di êrîşeke artêşa Îsraîlê de li Xezeyê 20 kes hatin kuştin

Êriş û bombebarana hêzên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, berdewam dikin, Vê sibê di êrîşeke avahiya koçberan de, 20 kes hatin kuştin. Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna duh ya bi rêberên welatên Erebî û Îslamî ya li New Yorkê de destnîşan kir ku ew li ser bidawîanîna şerê li Xezeyê dixebite. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, got ku eger Trump bi rastî Xelata Aştiyê ya Nobelê dixwaze, divê dawî li şerê li Xezeyê bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê berdewam dike, îro jî di êrîşeke avahiya koçberan de, li nêzî Bazara Fîras a Xezeyê 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî, birîndar bûn.

Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji duh sibê ve, bi gule û topên artêşa Îsraîlê, 36 kes hatine kuştin.

Sektora tendirustiyê li Xezeyê jî, îro ragihand ku nexweşxane ji ber kêmbûna sotemeniyê, çend roj mane ku werin girtin, ev yek jî, wê krîza tendirustiyê girantir bike û jiyana nexweşan û birîndaran bi mirinek tekez re, rû bi rû bihêle.

 

Trump: Em ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê dixebitin

 

Rawestandina Şerê dijwar ê li Xezeyê, rojeva sereke ya dîplomasiya herêmî û cîhanî ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh, li New Yorkê bi rêberên welatên Erebî û Îslamî re, civiya.

Donald Trump di destpêka civînê de, rave kir ku ew li ser bidawîanîna şerê li Xezeyê dixebite.

Trump zêde kir ku civîn duh li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê pêk hat û pir baş bû.

 

Macron: Eger Trump xelata Nobelê dixwaze divê şerê xezeyê rawestîne

 

Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh got ku eger Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rastî Xelata Aştiyê ya Nobelê dixwaze, divê dawî li şerê Xezeyê bîne.

Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de, eşkere kir ku Trump bi tena serê xwe xwediyê wê hêzê ye ku zextê li Îsraîlê bike, da ku vî şerî biqedîne.

Berî demekê jî, çend welatan di nav de Îsraîl, Pakistan û Kamboçya, ji ber hewildanên Trump yên di navbeynkariya rêkeftinên aştiyê de, ew ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya salane hilbijartine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24