Biryara Betalkirina Mutleq a kongreya CHP'ê di rojevê de ye

Serokê CHPê Ozgir Ozel, piştî nimêja cejnê li Manîsayê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew îstîfa nake û partiyeke nû jî ava nake. Serokê MHPê Devlet Bahçelî 9'ê Îlonê, roja damezrandina CHPê (Partiya Gel a Komarî), wekî roja kongreyê pêşniyar kiribû. Kemal Kiliçdaroglu jî serlêdanek pêşkêş kir, da ku hilbijartina ku Ozgur Ozel bû Serokê Koma Parlamentoyê, bê betalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ozgur Ozel piştî nimêja cejnê derbarê pêşketinên di nav partiya xwe de ev daxuyanî da.

Ozgur Ozel: Em bûn hedef û rastî êrîşên giran hatin

Ozel diyar kir ku CHP di serdemeke dijwar re derbas dibe û got: 

AMC

"Mixabin, tiştekî bêhempa di dîroka siyasî ya cîhanê de qewimî.

Tevî sê kongreyan, ji ber ku têgihîştineke me ya li ser muxalefetê heye ku hikûmeta heyî aciz dike, û ji ber ku partiya me piştî 47 salan bû partiya pêşeng, em bûn hedef û rastî êrîşên giran hatin."

Ozgur Ozel: Divê kongre di 45 rojan de were lidarxistin 

Ozel, di bersiva pirsekê de li ser nîqaşên li ser partiyeke nû, diyar kir ku divê hilbijartin di zûtirîn dem de, di CHPê de werin lidarxistin û wiha bi lêv kir: 

AMC

"Riya vê kongreyê pir zelal e û em dikarin zû biçin wir.

Bi kongreya ku dê di 45 rojan de were lidarxistin, ez bang li birêz Kılıçdaroglu dikim; ev soza min a hilbijartinê bû, di rêziknameya me de jî hatibû nivîsandin û bicîhanîna wê dê partiyê xurt bike.

2 milyon endamên me hene; wekî ku min dema diyarkirina namzetê me yê serokomariyê kir, bila ew sindoqeke dengdanê saz bike û 2 milyon endamên me dê werin ser sendoqê.

Kîjan namzet be bila bi biryara hemî endamên me were diyarkirin."

Ozel: Bila kes îstîfa neke, em partiyeke nû ava nakin

Ozel behsa bangên îstifayê yên di nav partiyê de kir û ev bang li endamên partiyê kir û domand: 

AMC

"Ez dibihîzim ku hema hema hemû şaredarên herêma Deryaya Reş dibêjin, 'emê îstifa bikin, emê werin tevlî we bibin.'

Divê kes ji partiya xwe îstifa neke, divê kes hêviya xwe ji partiya xwe winda neke.

Em ê bi awayekî vê pirsgirêkê çareser bikin."

Der barê îdiayên avakirina partiyeke nû de jî Ozel got, "Niyeta me tune ye ku em partiyeke nû ava bikin."

Ozel: Di 1'ê hezîranê de divê Kiliçdaroglu biryara kongreyê bide

Ozel, behsa Meclîsa Partiyê ya ku tê payîn di 1ê Hezîranê de bicive kir û diyar kir ku ger Kılıçdaroglu biryar bide ku kongreya partiyê li dar bixe, nîqaş dê li paş bimînin û wiha domand: 

AMC

"Di 1ê Hezîranê de civîna Meclîsa Partiyê heye.

Ger Kılıçdaroglu li wir biryara lidarxistina kongreyekê bide, êdî pirsgirêk an zehmetiyên me bi wî yan jî bi kesên ku piştgiriyê didin wî re namîne.

Mesele ew e ku partî were ser desthilatê."

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest MHP'ê Devlet Bahçelî, li ser biryara dadgehê ya ku hebûna CHPê betal û bêqîmet îlan dike, şîrove kir.

Bahçelî 9'ê îlonê wekî roja kongreyê pêşniyar kir

Bahçelî diyar kir ku bûyerên di nav CHPê de di dema bicîhanîna biryara dadgehê de ne li gorî demokrasiya Tirkiyê bûn. 

Bahçelî: Kiliçdaroglu serokê partiyê ye

Bahçelî diyar kir ku li gorî biryara dadgehê Kiliçdaroglu serokê partiyê ye û got: 

"Di pêvajoya paşîn de, Birêz Kemal Kiliçdaroglu dê bi gelemperî şertên serokê partiyê yên li gorî biryara dadgehê bi cîh bîne.

Di vê çarçoveyê de, ew ê pêşî navedê ava bike, tamîr bike û ji nû ve organîze bike, tevliheviyê ji holê rake."

Bahçelî her wiha pêşniyar kir ku partî zimanekî lihevkirinê bi kar bînin, di nav CHPê de pêvajoyeke "paqijkirin û aramkirinê" were destpêkirin, endamên heyî werin nûkirin û kongre bi avahiyeke endametiyê ya nûvekirî were lidarxistin.

Wî her wiha 9'ê Îlonê, roja damezrandina CHPê (Partiya Gel a Komarî), wekî roja kongreyê pêşniyar kir.

Kiliçdaroglu daxwaza betalkirina hilbijartina Ozel Kir 

Di vê navberê de Kemal Kiliçdaroglu, daxwaznameyeke sê rûpelî pêşkêşî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê (TBMM) kir û daxwaz kir ku hilbijartina ku Ozgur Ozel bû Serokê Koma Parlamentoyê bê betalkirin.

Hat ragihandin ku daxwazname dê piştî betlaneyê were nirxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye