Li Îranê xwepêşandan di roja 14`emîn de berdewam dike

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 14’an de berdewamin. Hêzên Hikûmeta Îranê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanan bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 14’emîn a xwepêşandanan de jî hêzên hikûmeta Îranê bi şêwazek tûnd êrîşî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.

Xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.

Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.

Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 14 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 57 xwepêşander hatine qetilkirin, 7 ji wan zarokin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine girtin de zêdetirî 167 jê zarokin û temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Her wiha 48 jê xwendekarên zanîngehê ne.

Hatiye gotin ku hêzên hikûmeta Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye