Saziyên tenduristiyê ji bo birîndarên Helebê banga lezgîn kir

Saziyên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hişyariya karaseteke mirovî da û ji bo rakirina birîndaran banga lezgîn a vekirina korîdorên mirovî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Bijîşkên Rojava, Desteya Tenduristiyê û Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya Nexweşxaneya Dil û Çav a li bajarê Qamişloyê da. Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Meryem Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ji ber êrîşên domdar ên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hişyariya karaseteke mirovî hate dayîn.

Hate diyarkirin ku ev êrîş binpêkirina peymana 10’ê Adarê ye ku di navbera QSD’ê û hikumeta Veguhêz de ji bo rawestandina şer hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku êrîş li dijî nexweşxane û navendên tenduristiyê hatine kirin û di encamê de hin ji wan ji xizmetê derketine. Hat bibîrxistin ku ji ber ambargoyê jî rê nayê dayîn ku derman û pêdiviyên tenduristiyê derbasî van taxan bibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ambargo û êrîşên sîstematîk jiyana bi hezaran sivîlan dixin xetereyê û xebata ekîbên tenduristiyê asteng dikin û hate gotin: "Ev yek jî hişyariya karaseteke mirovî û zêdebûna hejmara miriyan û belavbûna nexweşiyan çêdikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta demkî û hêzên li pişt wê, berpirsên bandorên van êrişan in. Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde hate dayîn û hate gotin: "Heya ji dest me were em ê bixebitin da ku alîkariyên tenduristiyê pêşkêş bikin. Em li vir in da ku ji sivîlan re bêjin ku hûn ne bi tenê ne. Em ê rê nedin ku dengê mirovahiyê were birîn."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî aliyên navneteweyî û yên navbeynkarên peymanan hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşan bi lez bikevin nava tevgerê.

Her wiha bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê hat kirin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî yên parastina sivîlan bi cih bînin û rêzgirtina li qanûnên navneteweyî yên mirovî ferz bikin û hesab ji berpirsan bixwazin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Xaça Sor a Navneteweyî û Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hat kirin ku ji bo vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo rakirina birîndaran û pêşkêşkirina alîkariyan bi lez bikevin nava tevgerê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye