Li Kobanê nivîsgeha jinan a MSD’ê panelek li dar xist

Li Kobanê Nivîsgeha Jinan a MSD`ê panelek li ser pergala nenavendî û rola jinan di destûra Sûriyê de li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di panelê de, Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Bêrîvan Hesen li ser geşedanên li Sûriyê axivî û got: "Armanca me nenavendîbûna Sûriyê ye da ku hemû pêkhate bi hev re bijîn."

Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidiro jî got ku ew di demeke gelekî hesas re derbas dibin, lewma divê her kes êdî xwe bide îfadekirin û wiha lê zêde kir: 

“Di avakirina Sûriya nû de, niha Peymana Civakî heye ku her kes û netewe tê de ye. Mafên jinan tê de li pêş in. Divê em bi hev re Sûriyeke pirreng ava bikin.”

Di panelê de, mijarên wekî danîna destûreke nû û rola jinan a di nava civaka Sûriyê de ku niha Hikumeta Veguhêz wê napejirîne, hatin nîqaşkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye