Di 6 saetan de 100 erdhej li Tirkiyê qewimîn

Îro, di 6 saetan de, 100 erdhejên bi hêz û pîverên cuda cuda yên Richterê hin deverên Tirkiyê hejandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Rêvebiriya Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku ji saet 02:05 piştî nîvê şevê heta 08:33 sibehê, tenê li devera Sindrigi ya Balkasirê 82 erdhej hatin tomarkirin.

Her wiha li sînorên Deryaya Spî û çend bajarên din jî, erdhej bi pileyên cuda hatine tomarkirin, di nav de erdhejeke bi pileya 3.3 li Hatayê çêbû..

Erdheja herî bihêz bi 4.9 pileyan li Deryaya Egeyê di saet 04:19 deqe de qewimî.

Erdhejên ku di sibata 2023ê li Tirkiyê bi hêza 7.8 û 7.5 li gorî pîvana Richterê di nêzîkî du xulekan de qewimîn, 55 hezar kes mirin û zêdetirî 107 hezar kes birîndar bûn.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24