Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî gef li Washingtonê xwar.
Larîcanî da zanîn ku ew ji bo dan û standinan amade ne, lê heke êrîşî wan were kirin, ew ê baregehên leşkerî yên Amerîkayê armanc bigirin.
"Bi liberçavgirtina serpêhatiya borî, ez dûr dibînim ku aliyê hember li pey şer be, lê em li gorî dema şerê 12 rojan zêdetir amade ne."
Di heman çarçoveyê de, Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî Ebdurehîm Mûsewî destnîşan kir ku divê Trump bizanibe ku şerê li dijî Îranê wê ji bo wî ders be.
"ger Trump niyeta wî heye ku şer bike, çima ew qala danûstandinan dike?"
Talîban: Em amade ne alîkariya Îranê bikin