Pêşinyareke nû ji bo radestkirina çekên komên çekdar ên Îraqê tê kirin, bi vî awayî ku çek ji wan werin girtin, lê belê her nêzîkî wan bimînin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ketiye nav ceribandineke dijwar di navbera zextên Amerîkayê yên ji bo daxistina çekên komên çekdar, an jî razîbûna bi şertên Îranê yên ji bo hiştina çekan di destê koman de yan jî nermbûna li hemberî wan.
Hêj ne diyar e ku Elî Zeydî dê nexşerêya kîjan alî hilbijêre, lê ya zelal ew e ku divê beriya dawiya vê salê biryara xwe ya dawî bide.
Hatina Serokê Parlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo Îraqê, wek hatina baranê ya di dema agirpêketinê de bû.
Du senaryo der barê çekên komên çekdar ên Îraqê de hene
Ji ber ku zexta komên çekdar li ser hikûmetê û girtina berpirsê îstixbarata Tevgera Nuceba Ebas Yeqûbî, nêzîk bû ku bibe destpêka şerekî mezin li Îraqê.
Li gorî medyayên Îraqî, niha der barê bêçekkirina komên çekdar û radestkirina çekên giran de du senaryo hene.
"Veguhastina çekan ji bo Îranê yan jî depokirina wan ji aliyê Heşda Şeabî ve"
Ya yekem, veguhastina wan ji bo Îranê, ya duyem jî komkirin û depokirina çekan li hundirê Îraqê û radestkirina wan ji bo Heşda Şeabî.
Medyayan behsa wê yekê jî kiriye ku Qalîbaf hewl daye ku di rewşa daxistina çekan ji destê komên çekdar de, çek ji wan koman dûr nekevin û li cem Heşda Şeabî bimînin, di demekê de ku ew kom bi xwe jî beşek in ji Desteya Heşda Şeabî.
Her wiha Qalîbaf piştrast kiriye ku dê ji ber dosyaya bêçekirinê di navbera hikûmetê û komên çekdar de pevçûn çênebe.
Heta niha çend komên çekdar bi angaşta ev proje ya Îsraîl û Amerîkayê ye radestkirina çekên xwe red kirine.
Lê biryar e lîjneyek were avakirin ku her yek ji Nûrî Malîkî, Mihemed Sûdanî û Hadî Amirî di nav de cih digirin, bi armanca gotûbêjkirina ligel wan komên çekdar ên ku razî nînin çekên xwe daynin.
Lijneyek dê seredana komên çekdar ên nerazî bike
Li gor hin agahiyan hikûmeta Îraqê ji bo radestkirina çekan 3 şert daniye pêşiya komên çekdar û ev şert jî ev in:
“Pêşî ew kom ragihînin ku çekên xwe radestî dewletê dikin, piştre qutkirina peywendiyan ligel aliyên derve û piştre jî radestkirina çekên xwe ji bo Heşda Şeabî.
Ev lîjneya nû dê bibe lîjneya sêyem di dema du salên borî de ku hewl dide ligel wan komên çekdar bigihîje bêtêgihîştinê yên ku li dijî bêçekkirinê ne.
Her wiha 30'ê îlonê ku wek dawîn biryar ji bo danîna çekên wan koman hatibû diyarkirin, ew dem were dirêjkirin ku ji şeş mehan kêmtir nebe, bi vî awayî ku hevdem nebe ligel vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymanan ji Îraqê.