Rêveberiya Xweser komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir

Rêveberiya Xweser ragihand ku komên çekdar ên Hikûmeta Şamê yên girêdayî Dewleta Tirk bi dron û topan êrîşî ser gundekî Dêr Hafirê li gundewarên Helebê kirin di encamê de 7sivîl di nav de jin û zarok hene, hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew êrîş şermezar kir û eşkere kir ku li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê, malên sivîlan hedef hatine girtin û komkujiyek hatiye kirin.

Rêveberiyê bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsiyariya xwe rabe û daxwaz kir ku sûcdar û encmaderên komkujiyê bêne cezakirin.

Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku Sûriyê di demeke hestiyar re derbas dibe û pêwîstiya wê bi ked û hêza tevahiya aliyan heye, da ku siberojeke ewle û aram ji xwe re ava bike, lê ev komkujî nesamîmiyeta hinek alîyan derbarê avakirina Sûriyê de nîşan dide.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24