Îro dê li gelek welatan girtina rojê pêk were

Îro yek ji bûyerên herî balkêş ên ezmanî yên salê pêk tê. Girtina rojê îro dê li Gronland, Îzlanda, bakurê Rûsyayê û beşine Spanya û Portugalê were dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Îzlandayê, girtina tam a rojê di derdora saet 17:48’an de dest pê kir.

Li hin bajarên Spanyayê jî, girtina tam dê derdora saet 20:30’î pêk were.

Girtineke qismî li gelek deverên Ewropayê tê dîtin; lê belê, ew ê li Tirkiye û Kurdistanê neyê dîtin.

Girtina rojê dema ku heyv dikeve navbera erd û rojê û rê li ber ronahiya rojê digire, pêk tê.

Di dema girtina tam de, roj bi temamî tê veşartin û ezman ji bo demeke kurt tarî dibe.

Demdirêjiya herî zêde ya vê girtina tam nêzîkî 2 deqe û 18 çirkeyan e.

Di heman demê de, barana meteoran jî digihîje lûtkeya xwe.

Di navbera şevên 11 û 13’ê Tebaxê de, çavdêr dikarin di saetekê de di navbera 60 û 100 meteoran de bibînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye