Hate ragihandin ku ji ber van êrîşan hejmarek ji birîndaran ji bo nexweşxaneyên li Şerîda Xezeyê hatin veguhastin.
Li gorî nûçeya El Erebiya ji duh ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, hejmara kuştiyan gihîştiye 100 kesan.
Her wiha çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku ji ber êrîşa li ser nexweşxaneya Nasir a li başûrê Xezzeyê, di nav wan de 6 rojnamevan bi giştî 92 kes hatine kuştin.