Çalakvanê Kurd yê bi navê Saman Kake 32 rojin ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin
Girtiyê Kurd Saman Kake yê xelkê bajarokê Nexede ya girêdayî parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ye di girtîgehê de ji hemû mafên xwe yên hiqûqî bêpar hatiye hiştin.
Çavkaniyê diyar kir ku, girtiyê Kurd Saman Kake nexweşiya xwe ya şekir heye, lê rayadarên rejîmê rê nadin ku were tedawîkirin.
Çavkaniyê destnîşan kir ku Saman Kake ji 8`ê hezîranê de li mala xwe ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatiye binçavkirin.
Her wiha hate gotin ku Saman Kake veguhestine girtîgeha Urmiyê û heta niha peywendiya malbatê bi wî re nîne.