Li eyaleta Kolumbiya Brîtanyayê ya ku dikeve rojavayê Kanadayê, şewateke mezin a daristanê derket. Agirê ku bi bandora bayê xurt di demeke kurt de belav bû, ji bo şêniyên gelî û newalên herêmê bibe sedema metirsiyeke mezin. Rayedaran ragihand ku tenê li devera Bald Range ya nêzî Gola Okanaganê, qadeke ji 10 hezar hektarî bi temamî bûye xwelî.
Serokwezîrê Kolûmbiya Brîtanyayê David Eby eşkere kir ku şewatê zirarên giran daye mal û milkên welatiyan. Her wiha ji ber guherîna ji nişka ve ya arasteya bayê, gelek kes li herêmê asê man. Miroven li herêmên îzolebûyî bi helîkopterên hawarçûnê hatin rizgarkirin. Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, tenê ji devera Faulderê zêdeyî 50 kes bi rêya hewayî hatine veguhestin.