Piştî nîv çerxê ji xizmetkirina huner û strana Kurdî, hunermend Salih Amêdî ji bo herdem xatir ji kesûkar û guhdarên xwe xwest.
Şeva borî, nêzîkî demjimêr 03:00, piştî rûbirûbûna li gel nexweşiyê, hunermendê naskirî yê Başûrê Kurdistanê û devera Behdînanê, Salih Hacî Hamîd, ku wek Salih Amêdî dihat naskirin, di temenê 77 saliyê de li bajarê Dihokê koça dawî kir.
Salih Amêdî zêdeyî nîv sedsalê xizmeta hunera Kurdî kiriye
Hunermend Salih Amêdî di sala 1949an de li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ji dayik bûbû.
Amêdî di jiyana xwe ya hunerî de gelekî heyranê dengê hunermendê navdar ê Kurd Mihemmed Arif dibe.
Salih Amêdî di jiyana xwe ya hunerî de Heyranê Mihemed Arif bû
Destpêka stranbêjiya Salih Amêdî bi vî rengî bû, Ew diçe dikaneke amûrên muzîkê (ûd) û ûdeke biçûk dibîne.
Ji xwediyê dikanê re dibêje: "Tu dikarî vê ûdê ji min re bikî saz (biziq), ew jî dibêje: Erê."
Êdî li wir sazekê çêdike û piştre dest bi stranbêjiyê dike.
Paşê dîtina Mihemmed Arif bi dest dixe û tevî hunermend Mihemmed Arif beşdarî şahî û rûniştinên taybet dibe û stranan dibêje.
Çend sal berê, hunermend Salih Amêdî di hevpeyvîneke televizyonî de ev ragihandibû:
"Wesiyeta min ji bo miletê Kurd ew e ku piştî mirina min, min ji bîr nekin, her dem guhdariya dengê min bikin û xizmeta min ji bîr nebe."