Konsulosê Amerîkayê yê Edeneyê serdana Dem Partiyê kir

Konsulê Amerîkayê yê Edeneyê û Midûra wê ya Karên Siyasî li Bakurê Kurdistanê serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê kirin û têkildarî pêvajoyê agahî wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konsulê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Edeneyê Eric R. Mehler û Midûra Karên Siyasî Minta Brodzinski li bajarê Rihayê serdana DEM Partiyê kirin.

Şande, ji hêla Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtin nêzî 2 saetan û ji çapemeniyê re girtî domiya. Di hevdîtinê de li ser bendewariyên gel ên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk agahî hatin parvekirin. Şandeya Amerîkî got ku ew pêvajoyê dişopînin û dê encamên hevdîtinê bi navenda xwe ya welat re parve bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye