Îran saziyên têkoşîna li hember hicabê didin tehdît kir

Careke din, berpirsên Îranî daxuyaniyek tund li ser hicaba mecbûrî dan û diyar kirin ku komên rêxistinkirî yên ku li dijî hicabê parêzvaniyê dikin dê bi tundî werin cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka hikûmeta Îranê Fatemeh Mohajeranî kesên ku hicab li xwe nakin wekî "tevgerên rêxistinkirî yên ku li dijî hicabê parêzvaniyê dikin" bi nav kir û ragihand ku dê rayedar hesab ji wan bixwazin.

Fatemeh Mohajeranî da zanîn ku rapora ku ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ve li ser rewşa hicaba mecbûrî hatiye amadekirin, di wextê xwe de ji Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Rêberê Bilind ya dewleta Îranê Elî Xameneyî re hatiye şandin.

Li aliyek din jî dezgehên ewlehiyê ya Îranê taktîkên nakok bikar tînin, wekî rakirina kartên SIM'ê yên telefonên yên jinên ku wêneyên bê hicab belav kirine an jî mêrên ku rexne li rejîmê li ser medyaya civakî kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye