Erdogan çalakiya yekem a PKKê bi bîr xist û got: "Ji wê demê ve gelek hikûmet derketine holê. Her yek ji wan soz da ku terorîzmê ji holê rake. Lê terorîzm ne li ser axa me û ne jî li welatên din ên ku baregeha xwe lê ava kiriye, ji holê nehat rakirin."
Erdogan kiryarên dewletê yên li dijî Kurdan jî nirxand û got: "Bê guman, hin ji kiryarên nebaş ên dewletê di vê yekê de rolek lîstine. Êrîşên Beyaz Toros (Torosên Spî) yek ji van bû. Kuştinên kiryar nediyar yek ji van bû. Zindana Dîyarbekirê yek ji van bû. Gundên şewitî, mirovên ku di şevekê de neçar man koç bikin, dayikên ku nikarin bi zarokên xwe re di girtîgehê de bi Kurdî biaxivin hemî mînakên van kiryarên nebaş bûn.Li şûna ku terorîzmê bi dawî bikin, van rêbazên têkoşînê yên neqanûnî û ne meşrû berevajî vê yekê, ew geş kirin û mezin kirin; wan ji bo rêxistina terorîst zemînek berhemdar peyda kir ku bikar bîne. Me hemûyan bedela van xeletiyan da."
‘RÛPELEK NÛ VEBÛ’
Erdogan destnîşan kir ku pêvajoya şer bi qasî 2 trilyon dolar zirar daye aboriya tirkiyê û li ser merasîma çekdanînê ya komeke Gerîla ku duh pêk hatibû jî ev tişt anî ziman: "Rêxistinê biryara girtibû pêk anî û bi taybetî bi merasîmekê çek danîn. Ji duh ve, belaya terorê ya 47 salan, bi îzna Xwedê ketiye pêvajoya bidawîbûnê. Tirkiyeyê dest bi girtina beşek dirêj, bi êş û tijî hêstir kiriye. "
Erdogan roja îro weke rojek nû binav kir û got: "Îro, rûpelek nû di dîrokê de vebûye. Îro, deriyên Tirkiyeyeke mezin, Tirkiyeyeke bihêz, sedsaleke Tirkiyeyê bi firehî hatine vekirin."
Erdogan ji bo mijara bihevrabûnê jî got: "Ger Tirk, Kurd û Ereb bi hev re bin, wê demê Tirk, Kurd û Ereb hene. Dema ku ew ji hev dûr bikevin, têkçûn heye."
‘NE BI ÇEKAN, EM Ê RÛ BI RÛ BIAXIVIN’
Erdogan derarê pêşeroja pêvajoyê de jî got: "Em ê niha rûnin û biaxivin... Ne bi çekan. Em ê rû bi rû, ji dil bi dil biaxivin. Em ê di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de komîsyonekê ava bikin û di çarçoveya Parlamentoyê de dest bi nîqaşkirina pêdiviyên yasayî yên pêvajoyê bikin."