Şikefta Casene ji bo Başûrê Kurdistanê û ji bo kesên tekoşer û parazvanên xaka xwe cîhekî pîroz û bi wate ye.
Li Casene cara yekê dengê şoreşa Kurd a Şêx Mehmûdê Berzencî bi navê ‘’Bangî Heq’’ derket û piştî sedsalekî li heman cihê ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ hat kirin.
Hêzên emperyal û dagirker teslimyet ferz kirin lê gelê Kurd li parastgehên xwe yên çiya û şikeftan xwe girtin û ji nû ve xwe afirandin.
ŞIKEFTA CASENE NÊZÎ 50 KÎLOMETREYAN LI ROJAVAYÊ SILÊMANIYÊ DIKEVE
Şikefta Casene li başûrê Kurdistanê û bi nêzî 50 kîlometreyan li rojavayê Silêmaniyê dikeve.
Ev şikeft li devera Sûrdaş, li ser rêya Silêmanî - Dukan, li pişt gundê Kanî Xan e, ku dikeve xeta rêze çiyayên Sara.
Li derdora vê şikeftê xirbeyên gundekî heye. Tê gotin ev gundê xirbeyê wî hîn jî hene ji 300 malan pêk dihat.
Di dema êrişên Brîtanyayê de ev gund hatiye xirakirin.
Her wiha berê Casene şikefteke asayî ji bo veşartin û bêhnvedanê bû.
Lê di dema êrîşên li ser Kurdan de ev şikeft bûye cihê parastinê.
DI DÎROKA KURDA DE GIRÎNGÎ ŞIKEFTA CASANE ÇI YE?
Ev şikeft çawa bû cihê berxwedana şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd, vê carî şahidî ji dîroka PKK ê re jî kir.
Di sala 1923an de Îngilistan bi balafiran êrîşî Şêx Mehmûdê Hefîd, dike, şikefta Casene kiriye baregeh û li wir çapxane ava kiriye û yekemîn rojnameya bi navê “Bangî Heq” tê de weşandiye.
Di 3ê Sibata 1923an de hêzên Îngilistan bi balafiran hişyarî dane Şêx Mehmûdê Hefîd yê melikê Kurdistanê ku teslîm bibin û bi Îngilîzan re li hev bike yan jî bi bombebarankirina bajarê Silêmaniyê wî neçar dikin.
Lê Şêx Mehmûd teslîmbûn qebol nekir û ji bo xelkê bajarî wî rastî ziyan û ziraran neyên, neçar bû ku ber bi navçeyek dinê ve here.
Ji ber vê yekê parastina mal û rewşa welatiyan, Şêx Mehmûd bi hevalên xwe re çapxane birin di şikefta Casene de cihgirtin.
ŞIKEFTA CASENE BÛ CIHÊ DENG Û BERXWEDANIYA GELÊ KURD
Di dîroka 28ê Adara 1923an de, di nav şikefta Casene de yekemîn hejmara rojnameya “Bangî Heq” ku yekemîn rojnameya şoreşa Kurdî ye derket.
Ev rojname wek yekemîn organa fermî ya tevgera rizgarîxwaziya Kurd di dîroka nû de tê weşandin û rûmeta şaristanî ya tevgera Şêx Mehmûdê Hefîd nîşan dide.
Piştî şoreşa Şêx Mehmûd û di serdema şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê de, şikefta Casene ji bo pêşmergeyan bû cihê parastinê beriya çend rojan jî ji gava dîrokî ya PKKê re şahidî kir.