Kirîza sotemeniyê hîn jî li Bajarê Hesekê çareser nebûye.
Qutkirina para destnîşankirî ya mazota ajokarên bas û mini bas( servîsê di nava bajêr de) bûye astengî li pêşiya ajokaran.
Lîtreya mazotê Ji 1000 lîreyên Sûrî bû 12 hezar lîre
Beriya qutkirina wê her hefteyê 100 lître mazot ji bo ajokaran dihat dayîn û her lîtreyek bi 1000 lîreyê Sûriyê dikirîn.
Li navendên sotemeniyê yên bajêr her lîtreyek mazot bi 12 hezar lîreyî tê firotin, vê yekê hiştiye ku ajokar kirê buha bikin.

Bikaranîna lîreya kevn bûye pirsgirêk
Ajokaran gotin ku welatî pereyên kevin didin û navendên sotemeniyê jî daxwaza pereyên nû dikin, ev yek gelek zehmetiyan çêdike.

Bikaranîna lîreya kevn bûye pirsgirêk
Ajokaran gotin ku welatî pereyên kevin didin û navendên sotemeniyê jî daxwaza pereyên nû dikin, ev yek gelek zehmetiyan çêdike.