Li bajarê Qamişloyê, bi dehan mamoste, şagirt û malbatên wan daketin kolanê û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî xwendinê yê fermî di destûra Sûriyê de.
Bi sirûda Ey Reqîb, dirûşmeya "Zimanê Me Hebûn û Nasnameya Me ye" şêniyên Qamişlo herikîn qadê.
Daxwaza yekane ku ; Zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyê de wekî zimanekî fermî were qebûlkirin.
Her wiha, Mafê perwerdehiya bi kurdî di hemû qonaxên xwendinê de were misogerkirin.
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen got ku ne ji mafê tu dewlet, hêz an desthilatekê ye ku perwerdeyê ya civakekê ji dest bigire.
Zibêda Salih Silêman jî dayika 4 xwendekaran e, daxwaz dike ku keda zarokên wan bi erdê de neçe û bawernameyên wan ên Kurdî bi fermî werin naskirin.
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di Çileya 2026'an de biryareke bi navê Mersûma 13'em derxist.
Tê de hat gotin ku dê mafê Kurdan werin bidestxistin.
Lê li ser hûrguliyên perwerdehiyê hin nîqaş jî bi xwe re anîne, taybet piştî daxuyaniyên dawî yên hikûmetê.
Hikûmet nîşan dide ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi du rêbazan difikire; yan dê minhacê dewletê wergerî Kurdî bibe, yan jî dê Kurdî bibe waneyeke bijarte.
Gelek saziyên kurdî û mamoste rexne dikin ku kurdî ne wekî "zimanê fermî" lê wekî zimanê niştîmanî hatiye naskirin. Her wiha, tenê wekî 2 saet dersên bijarte di hefteyê de hatina dîtin, daxwazên perwerdehiya tam bi zimanê dayikê bi temamî bi cih nayîne.
Hevseroka Desteya Perwerdehiyê Semîra Hac Elî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew tenê bi dersên "bijarte" razî nabin û daxwaz dikin ku zimanê kurdî di her astê de bibe bingeha perwerdehiyê.